Description
Ji jor ve “nasnameyeka neteweyî” hatibû tesbîtkirin. Dihat xwestin ku ev nasname bi çi awayî dibe bila bibe bête pesendkirin. Plan û proje bona vê yekê dihatin danîn, bona vê yekê dihatin bikaranîn. Li gorî vê mijarê xebatên “zanistî” jî pabendane dihatin kirin. Wekî mînak, di çarçoveya teorîyên li gorî amancên siyasî yên tesbîtkirî de, nivîskariya tarîxê ya pabend û xebatên zimanî dihatin teorîzekirin: bi taybet di vî warî de mînakên falsîfîkasyonê yên nedîtî çêdibûn… Dema ku nasnameya fermî li nasnameyên ciyawaz dihat ferzkirin, ji bo vê amancê, darê zorê jî tê de, metodên curbicur dihatin bikaranîn. Surgûnkirin yek ji van metodan bû…



Reviews
There are no reviews yet.