Skip to content Skip to footer

Xalê Min Ferîd

30.00 

DDKD, di salên 1970yî de li Kurdistana Bakur wek rêxistina herî xurt a kurdan tê naskirin. Paşa Uzun, demekê serokê vê rêxistina ciwanan bû.

Additional information

Nuştox/e

Paşa Uzun

Ziwan

Kurmanckî

Tarîxê Çape

Îstanbul, 2006

Zanayîşê Çape

Çapa Yewine

Tewirê Kaxide

Enzo

Tewirê Cîldî

Amerikan Bristol

Hûmara Rîpelan

131

Rehendê Kitabî

13,5 x 19,5 cm

ISBN_

978-975-6278-09-9

Description

DDKD, di salên 1970yî de li Kurdistana Bakur wek rêxistina herî xurt a kurdan tê naskirin. Paşa Uzun, demekê serokê vê rêxistina ciwanan bû.

Ferîd Uzun ku xalê Paşa ye jî ji lîderên rêxistina Kawayê bû. Ferîd bi awakî wehşîyane li Sêwregê tê kuştin. Li ser kuştina wî gelek xeberên cihê belav dibin.

Sêwreg, bajarekî kurdan e ku di salên 1970yî de bi welatperiya xwe dihat naskirin. Dîsa di wan salan de li wir gelek bûyer û tevlihevî çêdibin, kaosek dest pêdike. Hejmareke mezin ji xelkê Sêwregê mecbûr dibin, bajarê xwe terk dikin, bajar “vala” dibe.

Paşa Uzun ji ber xebata xwe ya dijî kolonyalîzmê demeke dirêj di hepxaneyê de dimîne, bi taybetî piştî cuntaya 1980yî îşkenceyên bêhed û bêhesab dibîne. Digel viya jî ji zordaran re serî danayne.

Piştî demeke dirêj, niha ew li ser kuştina Ferîd Uzun û rewşa Sêwregê ya wê demê dinivîse. Di kitêba Paşa ya bi navê “Xalê Min Ferîd” de, hem li ser jiyan û kuştina Ferîd Uzun hem jî li ser rewşa civakî û siyasî ya Sêwregê ya wê demê agahdariyên fireh hene. Em piştî demeke dirêj, ji kitêba Paşa hîn dibin ku qatilên Ferîd Uzun kî ne. Em jê gelek tiştên din jî hîn dibin…

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Xalê Min Ferîd”

Your email address will not be published. Required fields are marked *